
Kurdistanmedia: Daîka şehîdekî doza berheqe Kurdistanê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, dayîka Şehîd “Eskender Elîzade”, ya bi navê “Misrî Mîrzayî” xelka gundê Cohnî ya ser bi devera Somayê çû ber dilovaniya xwedê.
Şehîd “Eskender Elîzade” sala 1357`an, li gundê Cohniyê ji dayîk bibû, û sala 1373`an tevlî refên pêşmergan dibe, û li roja 1`ê Meha Pûşpera sala 1375`an, pêşmergên komîta şaristan a Selmasê li ser Sinor li cihekê bi navê Qîfarok pişta çiyayê Du Guh, Eskender digel Heft pêşmergên dinê, bi navên “Şemsedîn, Qadir, Resûl, Emîr, Cemal, Sadiq û Ebdî” , ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatine şehîdkirin.
Termê daye Misriyê bi amadebûna xizm û kesûkarên wê, li nav goristana gundê cohniyê bi axa Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarê daye Misriyê dike û xwe şerîkê xema wan dizan e.