Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

DAÎŞê ji çendîn aliyan ve êrîşê ser hêzên Îraqî kirin

13:23 - 2 Gulan 2020

Şeva derbasbûyî demjimêrên destpêka sibezûya roja Şemiyê 2`ê meha Gulanê, çekdarên girûpa terorîstî ya DAÎŞê, hevdem ji çendîn aliyan ve êrîş kirine ser hêzên polîsên Fedral û Heşda Şe`ebî û di wan êrîşan de dehan kes hatine kuştin.

Binkeyên hêzên Artêşa Fedral yên Îraqê û Heşda Şe`ebî li Mekîşîne, Tekrît, Samira, Kerkûk û Mûsilê rastî êrîşa DAÎŞê hatin, û pêka çavkaniyên fermî yên Îraqî di destpêkê de ragihandine ku pitir ji 30 kes ji hêzên Îraqî hatine kuştin. Lê çavkaniyên nefermî ji wan deverên ku kevtine ber êrîşê, ragihandine ku nêzîkî 100 kes di vê êrîşê de hatine kuştin.

Eve yekemîn êrîşa DAÎŞê ye ku li sala 2020`an û bi taybetî piştî evê ku sedan girtiyên DAÎŞê karîn ji girtîgehên bakurê Sûriyê birevin.

Herçiqas hikûmeta Îraqê gelek caran bi fermî ragihandiye ku bi yekcarî DAÎŞ ji nav biriye û êdî nemaye, lê rojane nûçeyên cuda li ser êrîş û çalakiya DAÎŞê di Îraqê de belav dibin, bi taybetî hinek çavkanî dibêjin ku hezaran kes ji terorîstên DAÎŞê li çiyayên “Hemrîn û herêmên Xaneqîn û Mendelî û Tuzxurmatû”yê de xwe weşartine û gelek caran xwe eşkere dikin, û hikûmeta Îraqê jî cihê wan dizane.