Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina “Bazara Bûrs”ê, nigeraniya xelkê Îranê li pey xwe ve aniye

12:09 - 4 Îlon 2020

Daketina “bazara Bûrs” ku ji 2 milyon “wahid”an derbas bibû bi lezgînî heya asta 1 milyon û 631 wahidan daket.

Daketina wahidên bazara bûrsê di Îranê de, bertekên zêde lêketine û bi heştega “#Bûrsê Muhkem”, ji rejîmê daxwaz kirine ku tedaxul bikin û pêşî ji daketina bazara bûrsê bigrin.

Herwisa di bajarên “Tehran” û “Kerec”ê de kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin û hejmarekî zaf ji xelkê ku di nû de ketibûne bazara bûrsê de û hemû darayiya xwe têde danîne, nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Herwisa ragihandinên rejîmê û berpirsên payebilind yên rejîmê, daxwaz ji xelkê dikirin ku darayiya xwe di bazara bûrsê de danên û soza 3 milyon wahidan di bazara bûrsê de didane xelkê û niha xelk nigeranê darayiya xwe ye ku di qumarekî wiha de, renge ji dest bidin.

Hin ji Aborînasan derheq paşhatên ewlehî yên daketina bazara bûrsê nigeraniya xwe nîşan dane û dane xuya ku, hekî bazara bûrs rastî şikestê bibe, dê rejîma Îranê rastî neriyazetiyên tundtir ji xwenîşandanên wekî sala “Xezelwera 1398an û ya Befranbara 1396an bibin.