Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina bazara hewcehiyên xwendinê di urmiyê

18:45 - 5 Îlon 2020

Firotina emrazên hewce bona xwendewanan di parêzgeha Urmiyê de bi qasî %80 daketiye

Destpêka xwendinê hemî salê bo firotingehên emrazên nîvîsandinê tim bi xêr û bereket bû lê bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û hejariya xelkê, îsal bazara wan kesad bûye.

Destpêka demsala xwendinê ku bi kirîna kitêb, defter û emrazên din yên nivîsandinê destpêdikir, îsal bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û hejarî û destkurtiya xelkê û herwisa bilindbûna nirxa wan emrazan, bazara firotina emrazên hewce bo xwendevanan rawestaye.

Hindek ji xwediyên wan dukanên emrazên nivîsandinê baskirine ku zêdetir ji 6 mehane ku bazara wan nêzî sifir bûye û di demsala xwendinê ku bi wî awayî destpêkir, bi sedema hejariyê û bilindbûna nirxa wan emrazên hewce bo xwendevanan û belavbûna vîrûsa Koronayê bazara me kesade.

Li ser wê mijarê, Serokê sendîkaya emrazên nivîsandin yê bajarê Urmiyê, “Hesen Selîmî” tevî ragihandina daketina 70 heya %80 ya bazara emrazên nîvîsandinê ragihand: “Rewşa bazara emrazên nivîsandinê piştî belavbûna vîrûsa Koronayê baş nebûye û kirîn tinîne.

Xelkê hejar şiyana kirina emrazên nivîsandin û herwisa emrazên xweparastina ji vîrûsa Koronayê bo xwendewanan tinînin.