Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina Kalîteya ava vexwarinê di parêzgehên Kurdistanê de berdewam e

11:46 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema daketina asta kalîteya ava vexwarinê di 64 gundên parêzgeha Urmiyê de, xelkên wan gundan rastî pirsgirêka ava vexwarinê hatine.

Pêka nûçeyên belavbûyî, 64 gundên parêzgeha Urmiyê, bi hegera daketina asta kalîteya ava vexwarinê, rastî pirsgirêkan hatine.

Parêzgeha Urmiyê ku xwediyê zaftirîn çavkaniyên ava vexwarin a paqij e, bi hegera piştguhavêtina perpirsên rejîmê, rojbiroj ev çavkanî gemar dibin an jî avên ser erdên levitî bi avên nav gundan re têkel dibin û bi wê sedemê kalîteya xwe ji dest didin.

Her di vê pêwendiyê de, kalîteya ava vexwarinê a bajarê Sine jî, heyamek beriya niha mijara xelkê nerazî bû.

Ji aliyekê din ve jî, nêzî 180 gundên bajarê Seqiz û Baneyê, ji ava vexwarinê bê parin.

Pirsgirêka kalîteya ava vexwarinê û nebûna avê di parêzgehên Kurdistanê de, arîşeyeke mezine bo welatiyên Kurdistanê û heya niha sedan caran bi wê sedemê neraziyên xwe nîşan dane, û rejîm û berpirsên rejîmê jî, tu hewlekê nadin, tenê fêlê qewil û sozên direw bûne.