Bazara bûrs di 15 mehên derbasbûyî de %32 daketiye û xisareke zêdetir ji 70 milyard Dolar bi xelkê kevtiye.
Komîsiyona Aborî ya meclîsa rejîma Îranê li 11ê meha Xezelwerê li derheq Saziya Bûrs û pelên bihadar di cîvîna gîşti ya meclîsê de raporek belav kiriye û di wê raporê de hatiye ku nirxa bazara bûrs di Îranê de %30 kêm bûye û bi wê sedemê xelkê di wan çend mehên derbasbûyî de 70 milyard Dolar zerer kiriye.
Tevî ku di wê raporê de bi serastî bas ji heyama daketina nirxa bazara bûrs nekiriye lê rêjeya bûrs a pelên bihadar di meha Gelawêja sala 1399an a rojî de zêdetir ji 2 milyon yekeyan bilintir bû lê niha ew rêje kêmtir ji milyonek û 360 hezar yekeyî de ye û ew rêje jî hêj bi tevawî cihgîr nine.
Nirxa bazara bûrs di destpêka sala 1399an de nêzî 500 hezar yeke bû û nêzî 105 milyard dolar nirxa wan bû û heta 427 milyard Dolarî ji nirxa wê bilind bû lê bi yekcarî daketiye.
Herwisa di meclîsa rejîma Îranê de bas hatiye baskirin ku geşekirina dubare ya bazara bûrs gelek zehmet e.