
Daketin û erzanbûna nirxa neftê bûye mijareke girîng ku bandor daniye ser aboriya welatên bikir û firoşyarên neftê di hemû cîhanê de.
Parek ji aborînas belavbûna vîrûsa Koronayê sebebkarê sereke dizanin ku bûye hegera daketina nirxa neftê.
Dawî nirxa nefta “Birênt”, 45 Dolar û 48 Sênt e, lê şarezayên pirsa aborî di ser vê bawerêne ku hekî pirsa Koronayê neyête çareserkirin, renge nirxa neftê ji vê yekê zêdetir jî dakeve.
Daketina nirxa neftê bo 40 Dolarî, di wan çend salên derbasbûyî de, bê mînak bûye.
Welatên endam di “Opêyk”ê de, daxwaz dikin ku bi mebesta kontrolkirina nirxa neftê ku çiyê dinê ji vê yekê zêdetir erzan nebe, berhemanîn û hinarde û firotina neftê kêm bikin, lê Rûsiyê ew yeke qebûl nekiriye ku berhem û kirîn û firotina neftê kêm bike.
Vîrûsa Koronayê û belavbûna wê di zêdetir ji 70 welatên cîhanê de, bû sedema rawestandin yan kêmkirina danûstandina bazirganî, balafirvanî û gemîvanî û herwisa kêmbûna pêwendiyan di navbera welatan de, bo mînak hinek welatan hemû derwazên xwe daxistin û rewşa qerentînê bi xwe ve girtin, lewma vê rewşê bandoreke rastewxwe dana ser aboriya cîhanî û bi taybet erzanbûna nirxa neftê.