Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daketina nirxa neftê hegerên cor bi cor hene

12:47 - 21 Nîsan 2020

Daketina nirxa neftê hegerên cor bi cor yên wekî, vîrûsa Korona, kêmbûna geşeya aborî û pirbûna embarên paşketên nefta reş e.

Roja Duşemî, 20`ê Nîsanê, nirxa nefta Amerîkayê bi qasekî daket ku nirxa wê haya jêr sifir jî daket, ku hata ti pereyek ji kesên xwaziyarê kirîna neftê wernagirin û heya pereyekî jî bi wan didin ku wê neftê wergirin û ji enbaran bibin.

Hegera daketina neftê di bazarên cîhanê de, di destpêka de bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê daket, qerentînekirina bajaran bû sedema ku daxwaz bo kirina neftê ji aliyê xwazyaran ve kêm bibe û her çi qas ew belavbûna vîrûsê berfirehtir dibe, qasa qerentîne kirin û bikaranîna neftê jî kêmtir dibe ku dibe sedema mana neftê di enbaran de. Tevî biryarên “OPEC û OPEC PLUS”ê bona kêmkirina berhemanîna neftê, lê dîsanê jî nirxa neftê bilind nebû.

Daketina geşeya aborî yekek din ji hegeren daketina nirxa neftê tê hesibandin ku bi hegera belavbûna vîrûsa Korona û daxistina piraniya kompaniyan û kargehan, êdî daxwaz bo kirîna neftê jî kêmtir bû.

Pirbûna enbarên nefta reş yên Amerîka û Çînê, yekek din ji hegerê daketina nirxa nefê ye ku êdî cih bo embarkirina nefta berhemhatî tininin û dibe bi awayekî bê veguhastin û herwisa enbarkirina wan di gemiyên neftkêş de jî pereyekî yekcar zaf hewce dike.