
Cihgirê Wezîrê Kar yê rejîma Îranê daye zanîn ku piştî vergirtina tev bîmeyan, niha damezraveya “Teimîn Ictimaî” zêdetir ji 70 hezar milyard tumen kêmiya bûdceyê heye.
Roja sêşemî, 13ê Çirriya Pêşîn, Cihgirê Wezîrê Kar, “Huccetullah Mîrzayî” ragihand: “Dibe bîmeya “ferşçinan” û kedkarên bînasazî rohn bibe, ku kî dê pereyê wan bîmeyan bide, em wekî “Teimîn Ictimaî” nikarin bi çavkaniyên dahata xwe wan bîme bikin, jiber ku me 70 hezar milyard tumen kêmiya bûdcêyê heye.
Herwisa “Huccetullah Mîrzayî” ragihand: “Erkê me çavdêrî û lipeyketina wan projeyan e ku di “sindoqa malnişînkiriyan” de erê kiribin ku dikeve nav destûra karê Wezareta Teavon, Kar û Rifah a Îctimaî de”.
Kêmanîna bûdceya damezraveya “Temîn Ictimaî” pirsgirêkeke herî micid û dijwar ya malnîşînkiriyan û kesên bîmekirî yê wê damezravê wekî kedkaran e, di rewşa niha de ku hejarî, nebûna derfeta kar, enfilasiyon û kêmbûna hewcehiyên jiyanê yên hestiyar wekî nan û xwarina tendurist, bûye gefekî herî micid li ser jiyana xelkê Îranê.
Alikariyên milyard dolarî yên rejîma Îranê bo hêzên girêdayê xwe di cîhanê de, di demekê de ye ku gefa birsîtî li ser xelkê Îranê heye û heta nan jî êdî nemaye ku xelkê Îranê bi zarokên xwe bidin.