Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Damezrînera Bêrtêlsmen: “Demokrasî di cîhanê de ber bi lawazbûnê ve diçe”

12:12 - 30 Nîsan 2020

Damezrînera binav û deng a cîhanî dide xuya ku, demokrasî di cîhanê de ber bi lawazbûnê ve diçe.

Roja Çarşemî, 29`ê Nîsan, Damezrînera Cîhanî a Lêkolînên Siyasî ya “Bêrtêlsmen”(Bertelsmann Agency) di weşaneke xwe de dide xuya, ku rê û resma demokrasî di cîhanê de ber bi lawazbûnê ve diçe. Û hejarî û naberaberî ji fakterên Dîktatoriyê ne û giştgîriya Korona dikare wê rewşa natendurist, bihêztir bike.

Pêka lêkolînên wê binkeya lêkolîna Cîhanî ku di 137 welatên cîhanê de lekolîn kiriye, nirxa demokrasî li ser astê cîhanê bi qasî %54 daye zanîn û eve jî bi wê wateyê ye ku %3 kêmtir ji sala 2010`an e û bi giştî îdareya 74 welat di cîhanê de bi şêweya demokratîk û 63 welat jî bi şêweya dîktatoriyê bi rê ve diçin.

Di 60 welatên ku bi rewşa demokratîk bi rê ve diçûn azadiyên medenî kêm reng bûne.

Pêka rapora wê binkeya lêkolînê, alîgiriyên netewî û Olî, di piraniya welatên ku bi şêweya dîktatorî bi rê ve diçin, ew dîktatoriye bihêztir kirine, û herwisa pêkhateyên serkut û tepeserkirinê di piraniya wan welatan de hatiye bihêztir kirin.

Rejîma Îranê bi caran ji aliyê welat û Saziyên Cîhanî yên Mafê Mirov ve, derheq binpêkirina demokrasî û mafê mirovan, hatiye şermezarkirin û yek ji welatê dîktator dê hesibandin.