Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danîna navên Kurdî li ser tabloyên Urmiyê hat qedexekirin

22:27 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Belediyê Urmiyê di biryarnameyekê de gef ji Kurdên vî bajarî kiriye û bi wan ragehandiye ku bi tu awayekê nabe peyv û hevokên Kurdî li ser tabloyan bikar bînin û dibe zimanê Azerî bikar bînin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, şaredarê Urmiyê di biryarnameyekê de ragehandibû ku di pêşerojê de hemû talboyên tax û kolanên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, wergêran bikine ser zimanê Azerî.

Di çend salên derbasbûyî de guherîna navên Kurdî û bo ser zimanên din ên weke Azerî û Farsî di bajarê Urmiyê de kar bo hatiye kirin û di wan daviyane de paş hatina serkarê Rûhanî bi awayeke qahîm û di çarçoweya biryara bexşnamê de ji aliyê rejîm ve hewl bo hatiye dan.

Guherîna navên tax û kolan û ew cihên ku Kurdî tê de akincî ne narizayetiya hemwelatiyan û çalakvanên Kurd çûbû.

Rejîm li destpêka hatina serkar ve heta niha bi hemû curekê li çarçoveya siyasetên şeranî ên xwe de, li hewla çêkirina şer û pevçûn di navbera du neteweyên Kurd û Azerî di parêzgeha Urmiyê de bûye û li destpêka şoreşa gelên Îranê bi sedema kirêgirtiyên xwe karî di çendîn cihan şer û pevçûn di navbera Kurd û Azeriyan de çê bike.

Rejîm di destpêka şoreşa gelên Îranê ve heta niha hewl daye ku navê şeqam, tax û kolan û cihên giştî ji zimanê Kurdî ve bo ser zimanê din biguherîne. Lê ew navane li ser lapere û di karên îdarî de bikar hatiye û xelkê Kurdistanê tucaran bi awayeke fermî ew navane nenasîne û hertim bi navê sereke karê pê kiriye.

Piştre di vê pêwendiyê de çendîn raport di malpera Kurdistanmedia de hatiye bilavkirin.