Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danmarkê nigeraniya xwe li derheq bernameya navkiya Îranê ragihand

18:12 - 27 Çirriya paşîn 2021

Danmarkê li Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî di daxuyaniyêke de tevî nîşandana nigeraniya micid a xwe li derheq alavên navkî yên rejîma Îranê li navendên neragihandî yên rejîma Îranê, piştevaniya xwe li daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê li derheq rejîma Îranê ragihand.

Di beşek ji wê daxuyaniya Danmarkê de ku li 5ê Sermawezê di malpera Wezareta Derve ya wî welatî de hatiye belavkirinê hatiye:

 “Danmark piştevanî li daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê dike. Em spasiya Berpirsê Giştî û Beşa “Parastin”ê dikin ku bo cîbicîkirin a lihevhatina “parastin” digel rejîma Îranê karên taybet encam dane û hewl dane li derheq alavên navkî di cihên neragihandiyên Îranê berçavrohniyê bidin.

Em nigeranê alavên navkî li binkeyên neragihandî ên Îranê ne.

Em bi micidî û dubare daxwaz ji Îranê dikin ku tevahiya sozên xwe ên parastinê bi bê derengxistin an danîna merdan, bi lezgînî cî bi cî bike û bi başî digel Anasa Navnetewî ya Vizeya Navkî hevkariyê bike.

Em piştevaniya xwe ya tevaw li çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ku karekî bi zehmet û bi nirx dikin, radigehînin û daxwazê ji wan dikin ku berdewam bin.