Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandinên li derheq Lihevkirina Bercamê li Doheya Qeterê bibê ti encamek bidawî hat

12:20 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Danûstaninên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîka li bajarê Doheya Qeterê ku bi navbendçîtiya Yekîtiya Ewropayê bi rê ve hatibû lidarxistin, bi bê ti encamekê bi dawî hat.

Di wan danûstandinan de ku, li 29 û 30 Hezîranê li bajarê “Dohe” yê de li Qeterê hatibû lidarxistin, rejîma Îranê bi bê daxwazayek roh û taybet di vê danûstandinê de beşdarî kir û daxwazkariyên Îranê yên derveyî Bercamê carek din hatin redkirin û Îran bi zanebûn behs ji wan mijaran kir ku Amerîka wan red bike û berê jî ew red kiribûn.

Daxwazkariyên rejîma Îranê ên wek reşkirina navê Spaha Pasdaran ji rêzbenda girûpên terorîstî bi tevahî ji aliyê Amerîkayê ve hatine redkirin û berê jî Amerîkayê ragihandibû ku li derheq pirsên derveyê danûstandinên Bercamê ti danûstandinekê digel rejîma Îranê nake.

Di vê derheqê de Troîkaya Ewropayê gotiye: “Îranê derfetek din ji dest da û renge danûstandinên Bercamê bê encam be”.

Herwisa berpirsekî payebilindê Amerîkayê gotiye: “Piştî bi encam negihîştina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê li bajarê Dohe, şansê zindîkirina Bercamê gelek kêmtir bûye”.

Rejîma Îranê li jêr navê danûstandin li derheq Bercamê, hewla qazanckirina dem bo geşedan bi mûşekên balistîk û berhemanîna çeka navkî dide.