Berdevka Yekîtiya Ewropayê “Elisa Castillo Nieto” ragihandiye ku rajîma Îranê daye zanîn ku heta kabîneya Îbrahîm Reîsî dest bikar neke ew nazivîrine ser masê danûstadinên li derheq Bercam li bajarê Viyenê.
Roja Pêncşemî 15ê Tîrmehê, Berdevka Yekîtiya Ewropayê “Elisa Castillo Nieto” di hevpeyvînekê digel “EURO NEWS”ê de ragihand: “Li roja çarşemiyê “14 July”, berpirsên Îranê Yekîtiya Ewropayê agehdar kirine ku dixwazin dora bê ya danûstandinên li derheq zindîkirina Bercamê di demekê de be ku kabîneya nû ya Serkomariya Îranê dest bi karê xwe bike ku dibe bi 5ê meha August”ê.
Berê ragihandinjên navnetewî ên “Reuters û Bloomberg”ê dabûna xuya ku danûstandinên zindîkirina Bercamê herî kêm dê bo mehekê paş bikeve û hine kesan jî gotibûn ku biryar e “Îbrahîm Reîsî” helwistên tuntir bigere ber xwe lê eva di halekê de ye ku berpirsê serekî yê bipêşvebirina siyasetên navkî, derveyî û leşkerî yê rejîma Îranê Elî Xamineyê ye.
Herwisa Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “ Mihemedcewad Zerîf” li rapora xwe ya dawiyê bo Komîsiyona Ewlehiya Netewî û Siayseta Derve ya meclîs a rejîma Îslamiya Îranê tekezî kiriye ku domkirina danûstandinên Bercam li Viyenê bi kabîneya “Îbrahîm Reîsî” hatiye spartin.