Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî “Rafael Grossi” ragihandiye ku danûstandinên wê dawiyê digel Îranê bê encam mane.
“Rafael Grossi” di roja Sêşemî 23ê Çiriya Paşîn digel berpirsê Saziya Vizeya Navkiya Îranê “Mihemed Îslamî û herwisa Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Emîr Ebdullahiyan” hevdîtin kiribû û di vê derheqê de ragihandiye ku di wan hevdîtinan de negihîştine bi ti encamekê.
Herwisa “Rafael Grossi” ragihandiye ku hewlên xwe bo gihîştin bi encamekê digel Îranê heta dawiyê wekî Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bidomîne.
Herwisa navbirê ragihand ku nikare ti garantiyekê bide ku Ajansa Navnetwî ya Vizeya Navkî, zaniyariyên tevaw li ser hemû çalakiyên navkî yên Îranê hebe.
herwisa berpirsê Saziya Vizeya Navkiya Îranê “Mihemed Îslamî îdia kiribû ku li ser beşek ji xalan rêk kevtine lê “Rafael Grossi” gotinên wî berpirsê rejîmê bi tevawî red kirin û bi aşkira ragihand ku wan danûstandinan ti encamek tine bûye.
Rejîma Îranê di heyama danûstandinan de li ser zindîkirina Bercamê bi rohnî dem bi heder daye û hewla qazanckirina dem bo berhemanîna çeka navkî daye û her carê bi hêcetekê heyama wan danûstandinan demdirêj kiriye û meyandina Uraniyomê jî nerawestandiye.