Pêka zaniyariyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”yê, kesekî bi regez “Tirk” bi hevkariya çend xwefiroşan bi maşîneke cora “PEJO” diçne deverên “Şamat û Şarwêran”ê û darên wan deveran dibirin
Wan caşan rê bo wî kesî xweş kirine ku li gundê “Befrewan” û derdora wî gundî, daran dibirin.
Xelkê devera “Şarwêran” a Mihabadê li dijî wan kesan nerizayetiya xwe nîşan dane, lê bi sedema piştewaniya rejîmê li wan kesan, nerizayetiya xelkê bê bersiv maye.
Ew çend kesên ku darên wan daristanan dibirin û bo bajarên derveyî Rojhilatê Kurdistanê vediguhazin bi tevahî xelkê gundê “Qereşlax” a girêdayê bajarê Mihabadê ne.
Kesên derfetçî û girêdayê rejîmê, bi armanca kawilkarî darên daristanên Kurdistanê dibirin û bona firotinê bo bajarên din ên Îranê vediguhazin.
Şewitandina daristanan, birîna daran û firotina wan li bazarên Îranê de, birîna daran bona berhemanîna Rejiyê, linavbirina daran bona çêkirina bax û …, ew kiryarane ne ku, di wan çend salên derbasbûyî de li Kurdistanê gelek zêde bûne û xelkê Rojhilatê Kurdistanê, rejîm û Spaha Pasdaran a terorîst bi tawanbarê serekî yên wan kawilkariyan dizane.