
Li Rojhilatê Kurdistanê li devera Hewramanê, beşek ji darên hejîran rastî nexweşiyekê hatine û hejîrên wan daran berî ku bên jêkirin hişik dibin.
Devera Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê çavkaniya berhemên werzêrî, yên weke hejî, hinar û gîzane û salane rêjeyek zêde ji wan berheman bo bazarên bajarên din û heta welatên din tên şandin, lê mixabin îsal beşek zêde ji darên hejîrên wê deverê rastî nexweşiyekê hatine û di nêzîk bûna çinîna wan de hişik dibin û diwerin.hjh
Îsal zêdetir ji sedî 90 hejîran wê deverê weriyane û jinavçûne, ev yek jî li ser dahata xelkê û meşa werzêriya wê deverê bandorek nerênî dadinê û bi miliyonan zirar digihîne welatiyan.
Her di vê derheqê de li parêzgeha “Loristan”ê jî, 4 hezar hiktar ji baxên hejîran li bajarê “Poldoxter”ê bi sedema kêmavî û çikbûna ava çemê “Keşkan” hişik bûne û jinavçûn e.
Parêzgeha Loristanê jî, yek ji navendên girînge di warê berhemanîna hejîran de û werzêrên wê parêzgehê zêdetir ji 60 salane ku wî karî encamp didin, lê niha bi sedema siyasetên çewit û veguhastina avên wan deveran bo bajarên navendî yên Îranê rez û baxên Kurdistan û Loristanê jinavdiçin.