Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristana Garan bûye cihê paşmawê ziblên bajar

11:22 - 11 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Daristana “Garan” a parêzgeha Sine, ku yekek ji daristanên lêkolînên zanistiye, bûye cihê paşmawê ziblên bajar.

Pêka nûçeyên belavbûyî, berpirsê Encumena Endamên Hey`eta Zanistî ya lêkolînên daristan û çêrîngehên parêzgeha Sine, Ehmed Rehmanî gotibû, “Garan daristanekî lêkolîn, bi çendîn corên daran e ku di nav baştirîn cihê Zagrosê de ye, ku niha bûye goristana ziblên bajar”.

Daristana “Garan” di bajarê Merîwanê de, bi 128 hiktaran erd e, di midehê 50 salan de, mezintirîn navenda lêkolînên zanistî di ser daristanan bûye ku çendîn projeyên lêkolînê di wir de bi rêvediçin.

Navbirî bas kiriye ku ew ava ku di bin wan ziblan de derdikeve, darên Berû, Guvîj, Kurostik, dare Ben û…hwd, ciyê lêkolînan hişik dike.

Navbirî herwisa daye zanîn ku, “ew ava ku di bin ziblan de derdikeve, niha tevlî ava çemê di bin daristanê Garan re dibe, û hekî ew rewşa bidome, di demekî nêzîk de, ew ava ku tevlî ava çem dibe, yê tirajêdiyekî mezin a jîngehê biafirîne.

Sîstema kevin û nezanistî ya komkirina zibil di piraniya deverên Îranê de, bikarneanîna sîstemên corbicor yên nû û zanistî, hêdî hêdî daristan û çêrîngehên welat dike zibildana paşmawan.