Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên çiyayê Hatem 3 roj e di nav agir de dişewite

12:08 - 17 Hezîran 2021

Daristanên çiyayê “Hatem” li parêzgeha “Kohgîlûyê û Boyêr Ehmed”ê 3 roj e ku rastî agirpêketineke berfireh hatiye û ti hewlek bona temirandina wî agirî ji aliyê rejîmê ve nehatiye dan.

Roja Çarşemî 16ê Hezîranê, berpirsê giştî yê “Birêvebirina Krîzan” li parêzgeha “Kohgîlûye û Boyêr Ehmed”, “Mihemed Mihemmedî” daye zanîn ku agirpêketina li çiyayê “Hatem” 3 roj e ku berdewam e û ew agirpêketin li demjimêr 3ê paşnivro ya roja Duşemiyê ve dest pêkiriye û her berdewam e”.

Herwisa navbirî îdia kiriye, ku me helîkopterek a taybet bi temirandina agir bo wê deverê şandiye; Lê pêka girte vidiyoyên belavbûyî li ser torên civakî, tê dîtin ku ti hewlek ji aliyê rejîmê ve nehatiye dan û ew agipêketin bê ti kontrolkirinekê berdewam e û hekî herwiha be heta daristan bi tevahî neşewite agir natemire.

Li ser torên civakî xelkê daxwaza hevkariyê ji Saziya Daristanan, Saziya Parastina Jîngehê û heyetên çiyagerî yên parêzgehên Xûzistan û Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê bona temirandina agirê wê daristanê, kirine.

Çiyayê “Hatem” li sînorê hevpar yê bajarên “Lende û Bêhmenî” li parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê digel bajarê “Behbehan”ê li parêzgeha Xûzistanê ye.

Heta belavbûna wê nûçeyê ji xisar û panahiya wî agirî ti amarek belav nebûye û şewitîna daristanê bi bê ti kontrolkirinekê berdewam e.