Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Îranê bi pişka xusûsî hatiye danê

11:54 - 9 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Mamostayê zaningeha Tehranê bas ji %75 ya daristanê Îranê dike ku bi pişka xusûsî hatiye danê.

Mamostayê Daristan û daristannasî, Dr. Vehîd Î`itimadî gotiye, “rewşa daristanên Îranê aloze û ji 30 milyon hiktar ji daristanên Îranê, niha bi tenê 10 milyon hiktar daristan mane, di wan 40 salên derbasbûyî de, %75 ji daristanên Îranê bi pişka xusûsî hatiye danê”.

Navbirî herwisa got, “pişka xusûsî, bona berjwendiya zêdetir, wan daristanan bi rewşekî nezanistî dibirin û heya siyaseta aborî ya desthilatdar her ewe be, dê daristanên Îranê bi dujwarî rastî xisaran bên”.

Siyaseta aborî ya rejîma Îranê ji aliyek û siyaseta desthilatdariya rejîmê ji aliyek din ve, rojbiroj asta daristanan kêm dike.

Karbidestên rejîmê bi agirberdan bi daristanê deverên Kurdistanî bi taybet nêzîkî sînoran, kûrtirîn derbe bi daristanên Rojhilatê Kurdistanê dane.

Rejîm bona kontrolkirina deveran, ti giringiyek bi xwezayiyê nade, û heta çalakvanên jîngeh parêzî dadgehî dike, desteser dike yan jî, bi pîlanekê, wan ji nav dibin, ku mînaka herî berçav Şehîd “Şerîf Bacwer” û hevalên wî ye, yekek ji wan rastiyên siyaseta rejîma terorîst a Îranê ye.