Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Kurdistanê bi bêdengî têne birîn

12:01 - 1 Kanûna pêşîn 2020

Darên daristanên Kurdistanê di bêdengiya berpirsên rejîmê li parêzgeha Urmiyê têne birîn û talankirin û jinavbirîna xwzaya Kurdistanê ji aliyê kesên nizim û karbistesên rejîma Îranê ve têne kirin.

Pêka vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, daristanên derdora bajarê “Pîranşar”ê li parêzgeha Urmiyê têne birîn û bo derveyê wê parêzgeghê têne şandin û tireyliyên barhilgir yên wan daran li ti seytere û ji aliyê ti berpirsekî rejîmê ve nayêne rawestandin û bi hêsanî têne veguhastin.

Daristanê Kurdistanê ku bi piranî darên berûyan li xwe digre bi awayekî sîstematîk ji aliyê karbidestên rejîmê û herwisa kesên nizim ku rejîma Îranê piştevaniya wan dike, têne birîn û bo cihên din heta derveyê welat bi awayê qaçax têne firotin.

Ticareta daran bo derveyê Îranê bi taybet bo welatên derdora kendavê ji aliyê karbidestên rejîmê ve tê kirin ku pereyekî zêde bi dest xwe ve tînin û ji aliyekî dinê ve derbê bi xwezaya Kurdistanê didin ku rejîma Îranê li vê derheqê de bêdeng e.

Heyamekî dirêj e ku xweza û surûşta kurdistanê di bin êrîşên talan û şewitandinan ji aliyê rejîma Îranê ve ye û bi hêcetên cor bi cor, daristan û xwezaya Kurdistanê ji nav dibin, hewceye gelê Kurd ji darayiya netewiya xwe xwedî derkeve û wê zêdetir biparêze.