Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Kurdistanê ji aliyê karbidestên rejîmê ve têne talan kirin

12:29 - 2 Kanûna pêşîn 2021

Daristanên Kurdistanê her car bi hêcetek cuda ji aliyê kesên derfetçî ên girêdayê rejîmê ve tê talan kirin û beşek ji wê jîngehê ji nav diçe.

Pêka nûçeyên belav bûyî di çend rojên derbas bûyî de li devera “Bend” a ser bi bajarê “Urmiyê” darên qiraxa çemê “Bend”ê ji aliyên karbidestên rejîma Îranê ve bi hêceta radan û paqijkirina wî çemî hatine birîn û ev yek bûye sedema jinavçûna beşek zêde ji xweza û keskatiya wê devera geştiyariyê û ew kiryara rejîmê nerizayetiya xelkê devera “Bend”ê li pey xwe aniye.

Di vê derheqê de Serokê Çavkaniyên Sirûştî yê Parêzgeha Urmiyê “Emîr Seîd” gotiye: “Birîna wan daran bi îzna Dadstanê Parêzgeha “Urmiyê”bûye û bi armanca radan û paqij kirina wî çemê hatiye encam dan û me ew darên birî danîne bi muzayidê”.

lê wî berpirsî negotiye ku perê firotina wan daran dê bi çi kes an aliyekê bidin.

Devera “Bendê” yek ji cihên geştiyarî û seyrangeha parêzgeha “Urmiyê” ye ku bo xelkê vê deverê cihê dahat û qazancê ye û salane xelkek zêde serdana wê deverê dike lê rejîma Îranê û karbidestên wê yên derfetçî bi hemû awayekê hewla jinavbirina jîngeha Kurdistanê didin.