Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Merîwanê hatin şewîtandin

13:00 - 25 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Agirberdan ji daristan û çêrîngehên Kurdistanê berdewam di jêr gefa neyarên jîngehê de ye.

Roja Sêşemî 3`ê Befranbarê, daristanên gundê “Berdereşe” a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê mohreyên rejîmê ve agir berdanê.

Di demjimêrên yekem a wî agirgirtinê de, jîngehdost û endamên “Encûmena Kesk a Çiya” ya Merîwanê, dest bi temirandina agir kirin.

Hevdem, çiyayên gundê “Nûriyaw” a ser bi bajarê Pawe, bûne qûrbaniya wî agirê, ew agire, ji aliyê Encûmena “Jîwayî” û jîngedostên wê deverê ve hatin temirandin.

Herwiha çend rojan berî niha, rêkefta 1`ê Befranbarê, ji 10 aliyan ve agir berdane qoviyên Zirêbarê û xisareke zaf gihîşte jîngeha vê golê.

Hejmareke zaf ji wan agir ketinane ji rêya destûpêwendiyên rejîma Îranê ve bo çend armancên sereke wekî: “Jinavbirina jîngeh û daristanên Zagirosê, kavilkirina qoviyan û çavkaniyên xwezayî û herwiha bi armanca siyasî jî di demên hestiyar de bo têkdana hizra xelkê ji bûyeran” têne encam dan.