Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Merîwanê hêj di nav agir de dişewitin

12:54 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2021

Daristanên gundên “Dereweran û Haneşêxan” ên ser bi bajarê Merîwanê ku bi cangorîkirina jîngehparêzên ser bi Encûmena “Sewizî Çiya” û xelkê jîngehdost di hewla temirandinê de ye hêj di nav agir de dişewite.

Rejîma Îranê bona temirandina agirê wê deverê ti pêngavek neavêtiye û bixwe sebebkarê bingehîn ê wan agirtêberdadane.

Encûmen û navendên parastina jîngeh di Rojhilatê Kurdistanê de alavên hewce bona temirandina wan agiran tinînin û bi hemû hêza xwe û heta cangorîkirinê ve û bi destên vala hewla temirandina wan agiran didin.

Encûmena Jîngehparêziya “Sewzî Çiya” ya Merîwanê çend roj e hewil dide ku agirê wan deran bitemirîne û çendîn caran jî daxwaz ji xelkê kiriye ku hevkariya wan bikin da ku wî agrî bitemirînin.

Ji aliyek din ve jî, devera kanîberazan a ser bi Merîwanê ku ji qobî û çêrîngehan pêk hatiye, cihê jiyana 10an corên ajelên kuvî ye û herwisa cihê çêrîna ajelên xelkê deverê ye û çendîn roj e ku hewlên temirandina wî agirî berdewam bûne û bi 100an hiktar qobî û çêrîngeh hatine şewitin, lê piştî temirandina beşeke zêde ya wan agiran, dûbare rastî agirberdanê hatiye û di nav agir de dişewite.

28ê Temûzê, roja cîhaniya parastine jîngehê ye, lê di Rojhilatê Kurdistanê de şewitandina daristan û çêrîngehan berdewam in û jîngeha Kurdistanê tê şewitandin.