Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên Merîwanê hêj di nav agir de dişewitin

13:31 - 11 Tebax 2021

Çendîn roj e ku agir berbûye daristanên Kurdistanê û heya niha ew agir nehatiye temirandin û daristan di nav agir de dişewitin.

Çendîn roj e ku daristanên gundê “Gêlî Keran” ê ser bi bajarê Merîwanê di nav aqir de dişewitin û heta niha nehatiye temirandin û Emcûmena “Sewzî Çiya” û xelkê hogirê jîngehê du roj e hewla temirandina agirê wê daristanê didin, lê mixabin heya niha agir nehatiye kontrolkirin.

Di vê derheqê de 3 girûpên jîngeparêz û Encûmena “Sewzî Çiya” çûne cihê agirberbûnê û di hewla temirandina agir de ne, lê bi sedema berfirehiya wî agirî heya niha nehatiye temirandin.

Encûmena “Sewzî Çiya” û jîngehparêzan daxwaz ji xelkê û hogirên jîngehê kirine ku bo temirandina agir hevkariya wan bikin.

Eva yekem car nîne ku daristanên Kurdsitanê bi awayê bi zanebûn têne agirberdan û rejîm jî ti hewlekê bo temirandina agiran nade, ew xelkê jîngehparêz û kesên xwebexş hewla temirandina wan agiran didin û heta niha çendîn xortên jîngehparêz canê xwe kirine gorî û şehîd bûne.