
Heyameke ku daristanên Zagirosê di nav agir de dişewitin û rojane hezaran canjiber, sedan hiktar daristan, dar û çîrîngeh dişewite û ji nav diçin.
Daristanên Dalaho çend roje ku agir pêketiye û heya niha jî navendên agirkuj yên rejîmê ti hewlek nedane bo temirandina agir û xelkê medenî û jîngehparêz mijûl in ku agir ditemirînin, lê berfirehbûna agir di bilindahiya “Darweyis û Siyawane” bi awayekê berfireh bûye ku li her demjimêrekê aliyek daristanan dişewitin.
Di bajarê Pawê jî her bi wî awayî, çiyayên “Dariyan” di nav agir de dişewitin.
Rejîm bi zanebûn û bi engest daristanên Zagirosê dişewitêne.
Ji aliyek din ve jî di bajarê Îsfehana Îranê de, bi sedma agirpêketinê nêzî 60 pez bi awyekî zîndî di nav agir de hatine şewitandin û gelek zeviyên hasilî jî di nav agir de şewitîn.
Daristan û jîngeha Kurdistanê bi berdewamî ji aliyê kesên dije jîngeh ve tê şewitandin û gelek caran jî ew agirpêketine bi awyekî sîstmatîk û bi mebesta jinavbirina jîngeh û surûş ji aliyê kesên ser bi rejîmê ve tê şewitandin.