
Kurdistanmedia: Berpirsên parêzgeha Luristanê, derheq jinav çûna daristanên Zagrosê hişdarî didin.
Li gorî raporên belavbûyî, berprisê Giştî yê çavkaniyên xwezayî yê Loristanê da xuyakirin ku, daristanên Zagrosê dibine goriyê, biryara qedexekirina birîna daran li daristanên Bakûrê Îranê, û ev arîşeya bûye kirîzek di nav welat de.
Şîrzad Necefî di civîna derheq yasaya hewayê pakqij de got, bi sedema çandina daran (biyaban zidayî), a parêzgehê li hemberî rewşa hûrkê toz û xaliyê, li bajarên wekî PolDûxter, parek ji Kûhdeşt û Rûmşkanê, ji aliyê saziyên warê daristanan, em derheq diyarîkirina bodceyekê bo wê arîşeyê pêdagîrî dikin, û her di vê pêwendiyê de jî, me pêwîstî bi piştevaniya Parêzgar û cêhgirê Avedanî û jîngehparêziya parêzgehê heye.
Herwisa navibrî , derheq rewşa aloz a tep û tozê de got, parêzgeha Xosistanê, 400 milyard Tûmen bodce bo diyarîkirine, lê heya niha tu pereyek di vê derheqê de nehatiye dan.
Herwisa navbirî got, li gorî yasa û bernameya şeş, birîna daran li daristanên Bakûrê Îranê hatiye qedexekirin, lê delalên daran bo qazacên xwe êrîşî ser daristanên zagirosê kirine û darên bi temenê yên heya 600 salî ku temen hene dibirin.
Rejîma Îslamî bi hemû awayî dijayetiya Kurdan dike, heya jîngeha Kurdistanê jî ji nav dibe, û eva yekem car nine ku rejîm kiryarên wiha encam dide, hêzên Spaha Pasdaran di demsala havînê, bi hincetên coda deverên sînorî yên Kurdistanê, topbaran dike, û ji ber topbatanê jî şevat li daristanên deverên Kurdistanê dikeve, û herwisa hêzên rejîmê manorên leşkerî yên xwe jî bo jinav birina jîgehê di wan deveran de birêve dibe.