Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

David Barna: “Di bin sîbera danûstandinên Viyenê de rejîma Îranê mijûlê berhemanîna çeka navkî ye”

12:33 - 3 Hezîran 2021

Berpirsê nû yê “Mossad”ê “David Barna” ragihand: “Komara Îslsamiya Îranê hevdem digel danûstandinên digel Amerîkayê bona zindîkirina Bercamê li “Viyen”ê, , li hewla bidestveanîna çeka navkî de ye”.

Berpirsê nû yê “Mossad”ê, “David Barna” li rêûresma xatirxwestina berpirsê berê yê “Mossad”ê “Yossi Cohen” de tevî binavkirina rejîma Îranê bi mezintirîn çalişa ewlehiya Îsraîlê, bi tekezî ragihand: “di bin sîbera Bercamê de û bê vê yekê ku heta pêbendê xalên wê lihevhatinê be, bi çewtekarî û perdepoşkirinan li rewşa pêşveçûn li bernameya berhemanîna çekên komkuj e”.

Herwisa “David Barna” gotiye: “Niha Îran di bin parastina cavaka navnetewî de mijûlê cîbecîkirina xwevnên xwe bona bidestveanîna çeka navkî ye”.

Heftiya derbasbûyî, Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, “Rafael Grossi” gotibû: “Hikûmeta Îranê niha mijûlê meyandina Uraniyomê bi tîratiyekê ye ku, bi tenê dewletên ku bombên navkî berhem tînin bi vî qasî Uraniyomê dimeyînin û dema welatek Uraniyomê bi qasî %60an dimeyîne, pirs her bi xwe gelik micid dibe û ew tiratî zêdetir bo armancên leşkerî ye”.

Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” li dema nasandina berpirsê nû yê “Mossad”ê “David Barna” de bi tekezî ragihand: “Girîngtirîn erkê “Mossad”ê her wekî salên berê, pêşîgirtin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî ye”.