Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“David Friedman”: “Hekî Trump bibe Serkomar dê Rojhilata Navîn bo 100 salên dinê biguhere”

12:41 - 22 Çirriya pêşîn 2020

Balyozê Amerîka li Îsraîlê, “David Friedman” daye zanîn ku hekî “Donald Trump” di hilbijartina Serkomariyê de careke din piraniya dengan bi dest xwe ve bînê dê Rojhilata Navîn bo 100 salên din biguherîne.

Roja Çarşemî, 21ê Çirriya Pêşîn, Balyozê Amerîka li Îsraîlê, “David D. Friedman” ragihand: “Hekî em bikarin heta 4 salên din li desthilatê de bimînin, welatên ku tenya rêkara wan eva ye ku em li desthilatê de nebin ti çareyek bilî rêkevtineke erênî digel me nînin û em hivîdar in ku bikarin Rojhilata Navin bo 100 salên bê biguherînin û dawî bi hemû çalakiyên metirsîdar, wêranker û dijî mirov di deverê de bînin ku ew hemû bêhêvitî bo xelkê Rojhilata Navîn li pey xwe aniye”.

Herwisa “David Friedman” got: “ Rêkara Îranê eva ku her roj 5 caran dûayan dikin ku “Donald Trump” serketiyê wê hilbijartinê nebe, û dizanin hekî “Donald Trump” careke din bibe Serkomar rejîma Îranê ti rêyek bilî bidawîanîna çalakiyên xwe yên wêranker bona derketin ji givaşan tinînin ku Amerîka ew rastî wan dorpêçan aniye.

Pêka karnasên pêwendiyên navnetewî, siyaset û stratejiya Amerîka di hember rejîma Îranê de negor e û her Partiyek di Amerîkayê de bibe desthiltdar pêka wê stratejiyê dê siyasetê bike.