
Cihgirê Karûbarê Rojhilata Navîn a Wezareta Derve a Amerîkayê, Dêyvîd Şênkir” gotiye: “Em nikarin êrîşên ku li ser personelên leşkerî yên Amerîkayê ji aliyê milîsên Îraqê yên girêdayê Îranê ve têne kirin, qebûl bikin”.
Roja Înê, 1ê Çirriya Pêşîn, Cihgirê Karûbarê Rojhilata Navîn a Wezareta Derve a Amerîkayê, Dêyvîd Şênkir”( David Schenker), hişdarî daye ku Amerîka êrîşên li ser pesonelên leşkerî yên Amrîkayî ji aliyê milîsên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de, qebûl nake.
Dewleta Îraqê nigeranê rengehiya daxistina balyozxaneya Amerîka di bajarê Bexdayê û derketina hêzên Amrîkayî ji wî welatî ye û berdewamiya êrîşên li ser “Taxa Kesk” a bajarê bexdayê, ku balyozxaneyên biyanî wekî Amerkayê têdene, nerizayetiya Amerîkayê li pey xwe ve aniye û hîşdarî daye ku dê balyozxaneya xwe dabixe.
David Schenker gotiye: “Mezintirîn pirsgirêka Îraqê, hebûna milîsên Şîe yên girêdayê Îranê ne ku tevî alozîxistin û afirandina nearamî di Îraqê de, êrîşî li ser Amrîkayiyan û armancên wan dikin, ew girûp di bin kontrola hikûmeta navendî a Îraqê de nînin û êrîşên wan li ser balyozxane û hêzên Amerîkayê berdewam e.
Geşeya aborî û siyasiya welatê Îraqê bi wateya qutbûna destê rejîma Îranê ji tedaxul di wî welatî ye, û hêzên çekdar yên girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de, her hewlekê didin ku neramiyan biafirînin û rewşê aloz bikin heta rejîma Îranê li tedaxul di wî welatî de berdewam be.