
Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di cîhanê de roj bi roj amara qurbanî û tûşbûyên Koronayê di cîhanê de bilind dibe.
Heya niha di cîhanê de 145 hezar û 587 kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û di wê amarê de 72 hezar û 532 kes rewşa wan baş bûye û 5 hezar û 436 kes jî di cîhanê de bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Gihandina Zaniyariyên Wezareta Tendirustî, Kîyanûş Cehanpûr, roja Înê 23`ê Reşemê, dawî amara fermî a tûşbûyên Koronayê di Îranê de bi 11 hezar û 364 kes ragihand. Navbirî dabû zanîn, roja Pêncşemî heya roja Înê 85 kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û ser hev bi giştî heya niha 514 kes bûne qurbanî.
Di Îtalyayê de li heyama rojekê, 250 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Li gor dawî amara li Îtalyayê, heya niha 1266 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û 7 hezar û 660 kes jî tûşê wê vîrûsê bûne.
Wezareta Tendirustî ya Brîtanyayê ragihand, ku heya niha 798 kes tûşê Koronayê bûne û 10 kes jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustî ya Spanyayê jî eşkere kir, ku heya niha 4200 kes tûşê Koronayê bûne û 120 kes jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustî ya Norwêjê jî ragihand, ku heya niha 864 kes bi Koronayê ketine û yekem haleta mirina bi Koronayê jî hatiye tomarkirin.
Rêveberiya Tendirustî ya Denmarkê jî eşkere kir, ku heya niha 785 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û kalekî 80 salî jî bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Tendirustî ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku heta niha 5 kes tûşê Koronayê bûne.
Di welatên parzemîna Afrîkayêde jî, di Sudanê de, heta niha 170 haletên tûşbûna bi Koronayê hatine tomarkirin ku 4 ji wan tûşbûyan canê xwe ji dest dane.
Li Ukraynayê jineke 71 salî bi Koronayê canê xwe ji dest da û 22 kes jî li wî welatî di bin çavdêriyê de ne.
Li Azerbaycanê heta niha 13 kes bi Koronayê ketine û kesekê bi wê vîrûsê canê xwe ji dest daye.
Kazaxistanê jî heya niha 2 kes bi Koronayê ketine.
Li Awistralyayê jî, heta niha 156 kes bi Koronayê ketine û 3 haletên mirinê hatine tomarkirin.
Li seranserê Amerîkayê jî zêdetirî 1000 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Bi wî awayî heya niha 145 walat di cîhanê de rastê wê vîrûsê hatine.