Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara qurbaniyên Korona yê

17:01 - 29 Adar 2020

Gorî amarekê ku ji aliyê wezareta Tendirustiya rejma îranê, 24 demjimêran carekê tête ragihandin, hejmara qurbaniyan di îranê de, ji -2640  kesan derbas bû.

Îro Yekşemiyê 10 ê xakelêwa 1399ê, Wezareta Tendirustiya rejîmê hejmara tûşbyîn û miriyan bi Vîrosa Korona yê ragihan .

Heya Nivroya îro, hejmara kesên ku di Îranê de tûşî vê Vîrosê bûne geheşte 38309 kesan.

Herwisa hejmara wan kesên ku bi hegera Korona yê di Îranê de canê xwe ji dest dane geheşte 2640 kesan.

Wezareta Tendirustiya rejîmê ragihand ku di 24 Demjimêrên derbasbûyî de 2901 kesên din di Îranê de tûşî Vîrosa korona yê bûne, her bi wê hegerê jî roja Şemiyê heya Nîvroya Yekşemiyê 123 kesan canê xwe ji dest dane ku serhev hejmara Tûşbûîyan geheşte 38309 kesan, û hejmara kesên ku heya niha di Îranê de canê xwe ji destdane geheşte 2640 kesan.

Hejmara kesên ku di 199 Welatên seranserî Cîhanê de tûşî Korona yê bûne geheşte nêzîkî 700 Heza kesan, û hejmara kesên ku di Cîhanê de Canê xwe ji destdane, ji 32 Hezar kesan derbas bû.