Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara qurbaniyên Korona yê di Îranê de

17:56 - 25 Adar 2020

Gorî amarekê ku ji aliyê wezareta Tendirustiya rejma îranê 24 demjimêran carekê tête ragihandin, hejmara qurbaniyan ji 2 Hezar kesan derbas bû.

Îro Çwarşemiyê Wezareta Tendirustiya rejîmê hejmara tûşbyîn bi Vîrosa Korona yê ragihan .

Heya niha hejmara kesên ku di Îranê de tûşî vê Vîrosê bûne geheşte 27 Hezar û 17 kesan.

Herwisa hejmara wan kesên ku bi hegera Korona yê di Îranê de canê xwe ji dest dane geheşte 2 Hezar û 77 kesan.

Wezareta Tendirustiya rejîmê ragihand ku di 24 Demjimêrên derbasbûyî de 2206 kesên din di Îranê de tûşî Vîrosa korona yê bûne, her bi wê hegerê jî roja Sêşemiyê heya Çwarşemiyê 143 kesan canê xwe ji dest dane.

Mixabin roj bi rojê amara tûşbûyîan û miriyan di Îranê de zêde dibe, rejîm jî tenê bera xwe didê û amaran radigehîne, û heya niha çi tedabîrek bi meqseda berahîk girtin ji qurbanî istandina zêdetir negirtiye bera xwe daku hejmara qurbaniyan kêm bibe.

Hebûna Vîrosa Korona yê di 197 Welatên Cîhanê de hatiye tomarkirin, piraniya welatan destbicî qedexeya hatûçunê ragihandin, rênimayî yên xweparastinê dane Welatiyên xwe, hewcehiyên dermanî û pizişkî dabîn kirin, hemî cihên giştî daxistin, Bajar qerentîne kirin, daku bikarin berahîka Korona yê bigrin û nehêlin amara tûşbûyî yan û kuştiyan di Welatê wan de zêde be.

Lê mixabin di Îranê de hemî bi berwajî bû.