
Piraniya welatên cîhanê mijûl in ku vaksena Koronayê dikirin an jî bi xwe diafirînin û asata pêketiyên Koronayê roj bi roj di cîhanê de kêmtir dibe, lê di Îranê de berevajî roj bi roj zêdetir dibe.
Li parêzgehên Kurdistnê her wekî meh û rojên derbasbûyî roj bi roj asta pêketiyên Koronayê zêde dibe û rejîm jî ti hewlekê nade bo pêşîgirin ji wê vîrûsê.
Li parêzgeha Urmiyê di 24 demjimêrên derbasbûyî de, pêka amarên rejîmê, 356 kes bi Koronayê ketine û 11 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Bi gelemper di parêzgeha Urmiyê de heta niha 95 hezar û 576 kes pêketine û 3 hezar û 218 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Sineyê ji 24 demjimêrên derbasbûyî ve 129 kes pêketine û kesekê jî canê xwe ji dest daye.
Bi giştî heta niha 1006 kes bi sedema Koronayê di wê parêzgehê de canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Kirmaşanê li 24 demjimêrên derbasbûyî, 45 kes bi Koronayê ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Bi gelemper heta niha li parêzgeha Kirmaşanê, 1394 kes bûne qurbaniya vîrûsa Koronayê.
Li parêzgeha Îlamê, di 24 demjimêrên derbasbûy de 50 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi giştî heta niha 23505 kes bi Koronayê ketine û 640 kes jî mirine.
Li Luristanê jî roja 26`ê Sermawezê, Cihgira Tendirustî û Serokê Stada lihemberderketina Koronayê a Zanîngeha Zanistî a parêzgeha Luristanê, Meriyem Koşkî, daye zanîn ku li detpêka hatina vîrûsa Korona di Îranê de heta niha li parêzgeha Luristanê 58 hezar û 548 mînakên pişkinênan erênî bûne û li wê hejmarê heta niha 1238 kes bi Koronayê di parêzgeha Luristanê de mirine.
Eva amareke ku navendên tendirustî yên rejîmê belav kirine û amarên serast çend hember ji wan amarana ne.
Dibe xelkê Kurdistanê xwe ji hatûçûnan û cihên qerebalix biparêzin û nabe tevlî cihên qerabalix bibin û dibe xwe ji vê vîrûsa dijemirovî a bi navê Koronayê biparêzin.