
Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê daye zanîn, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 157 kesên din di wî welatî de bûne qurbaniyê vîrûsa Koronayê.
Roja Pêncşemî, 7`ê Xakelêwe, Berdevkê Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, “Kiyanûş Cehnapûr” daye xuya, ku pêka lêkolînên ku hatine kirinê, ji roja berbasbûyî ve heya îro 2389 kesên din tûşê Koronayê bûne û hejmara tûşbûyên wê vîrûsê li Îranê gihîştiye 29 hezar û 406 kesan.
Cehanpûr bas kir ku 157 kesên din ji tûşbûyên vîrûsa Koronayê di Îranê de bûne qurbanî û hejmara giştî ya kesên ku bûne qurbaniyê wê vîrûsê gihîşte 2234 kesan.
Bi gotina wî berpirsê rejîma Îranê, ji destpêkê ve heya niha, 10 hezar û 457 kes ji tûşbûyan jî baş bûne.
Bi wî awayî ew amarane dûr ji rastiyê ne ku rejîma Îranê belav dike.
Pêka amarên ku malpera “Radiofarda” belav kiriye, heya niha zêdetir ji 3 hezar kesê bi sedema Koronayê di Îranê de canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 59 hezar kes jî tûşê wê vîrûsê bûne.