
Di Rojhilatê Kudistanê de sedan kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û sedan kesan jî canê xwe ji dest daye.
Pêka dawî amara qurbanî û tûşbûyên Koronayê di Rojhilatê Kurdistanê de.
Di parêzgeha Urmiyê de, bi giştî heya niha 1396 kes tûş bûne û 105 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Di parêzgeha Sineyê de heya niha 712 kes tûş bûne û 86 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Di parêzgeha Kirmaşanê de 318 kes tûş bûne û 36 kes jî bûne qurbanê.
Di parêzgeha Îlamê de, 370 kes tûş bûne û 37 kesan jî canê xwe bi sedema “COVID 19”ê ji dest dane.
Heya niha li ser hev di Rojhilatê Kurdistanê de 2796 kes tûşê Koronayê bûne û 264 kes jî bûne qurbanî.
Ew amarane ji aliyê navendên tendirust ên rejîmê ve têne belavkirin, rejîm amarên serast belav nake û 5 hemberê wê amarê qurbanî û tûşbû di Rojhilatê Kurdistanê de hene.