Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amarên vîrûsa Koronayê di Îranê de

15:56 - 16 Adar 2020

Pêka dawî amarên fermî û dûr ji rastiyê ku Îro roja Duşemî 26`ê Reşemê, Berdevkê Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê belav kiriye, 14991 kes tûşê Koronayê bûne û 853 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Tendirustî a rejîma Îranê, Kîyanûş Cehanpûr daye zanîn, ku ji nîvroya duh ve heya îro 1053 kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û ser hev 14991 kes tûşê Koronayê bûne.

Herwisa navbirî got, di nav wan tûşbûyên ku nû hatine dîtin, 122 kesan canê xwe ji dest dane, bi giştî heya niha 853 kes bûne qurbanî.

Lê ew amarên dûr ji rastiyê ji aliyê navendên rejîmê ve têne belavkirin, ya rastî vê diçe ku çend hemberên wan amaran qurbaniyên Koronayê hebin, rejîma Îranê tevî wan hemû qurbaniyan hêşta jî amade nîne û nebûye bajaran qerentîne bike.