
Kurdisranmedia: Di van salên dawiyê de gellek mamosta ji aliyê rejîmê ve hatin girtin, û niha jî di girtîgehê de ne, û rewşa wan ne baş e.
Nûçegihaniya “HRANA” di raporekê de îşare bi dawî rewşa mamostayên girtî kiriye, ku bi sedema paratsina serxwebûna fikrî niha di rewşeke herî xirab de ne. Hinek ji wan hatine dûrxistin bo cihekî din, û hinek her ji xwendingehan hatine derxistin û nikarin berdewam bin li ser karê xwe, û hinek jî ketine girtîgehê.
Di vir de Nûçegihaniya “HRANA” îşare bi navê hinek ji wan mamostayan û rewşa wan ya dawiyê kiriye ku weha ye:
-Mihemed Hebîbî endamê Desteya Birêveberî ya Nanenda Pîşeyî ya Mamostayên parêzgeha Tehranê
Mihemed Hebîbî roja Duşemiyê 12`ê Xermananê ji girtîgeha Tehranê bo qerentîneya girtîgeha Êvînê hate veguhastin.
-Mehmûd Bihêştiyê Lengrûdî berdevkê Navenda Pîşeyî ya mamostayên Tehranê
Ji roja 15`ê Xermanan a sala 1394`an ve di girtîgeha Êvînê de ye.
-Îsma`îl Ebdî Kargêrê Pîşeyî ya Mamostayên Îranê
Navbirî serbarê vê ku li gora madeya 134 ya cezayên Îslamî zêdetir ji nîvê hepsa xwe borandiye, û li gora yasayê dikare azadiya bişert mifahê wergire, lê îzin bi wî nehatiye dayîn ku ji vê yasyaê mifahê wergire.
-Mihemed Sanî mamostayê xwendingehên taybet di Bûşehrê de
Navbirî di Gelawêja îsal de, bi tawana belavkirina derevan û tevlîhevkirina raya giştî derheq çalakiyên pîşeyî, bi du salan hepsa te`izîrî û 74 derbên şelaqan hatiye mehkûmkirin.
Rûh Ellah Merdanî mamosta û xwendekarê zanîngeha Tehranê
Navbirî bi şeş salan hepsê û du salan bêpariya ji mafên civakî hatiye mehkûmkirin û nikare jî here dervey welêt.
-Bextiyar Arifî mamostayê Seredeştî
Navbirî ji roa Sêşemiyê 2`ê Gelawêjê ve, bona derbazkirina hukmê 18 heyvan hepsa xwe di girtîgeha Mehabadê de ye.
Kesên baskirî zêdetir çalakên pîşeyî bûn, û di van salên dawiyê de gellek ji mamostayên din jî hebûn ku rastî lêpirsînê hatin û hatin dadgehîkirin.
Ji wan em dikarin îşare bi navê wan kesan bikin:
Muxtar Esedî, Tahir Qadirzade, Resûl Bodaqî, Elîekber Baxanî, Nebî Ellah Bastan Farsanî, Ebdulriza Qenberî, Mehmûd Baqirî, Mihemed Dawerî, Elîriza Haşimî, Ce`ifer Îbrahîmî, Haşim Xwastar, Muhsin Umranî, û …hwd.