
Festîvala govendê bi beşdariya çendîn girûpên govendê yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Baneyê bo heyama 3 rojan hate lidarxistin.
Çaremîn festîvala govendê roja Yekşemî 27ê Adarê li bajarê Baneyê hate lidarxistin, ku 57 berhemên govendê bo vê festîvalê hatibûne şandin û 12 girûpên govendê piştî 2 rojan gihîştine bi qonaxa dawiyê û biryar e di roja sêyem de li ser şeqaman jî kirnevalekê bi rê ve bibin.
Di vê fistîvalê de 5 kes wekî lêjineya daweriyê amade ne, û wekî nerîta hemû salan 3 girûp wekî girûpên serkevtî têne hilbijartin û herwisa baştirîn serçopî, ciwantirîn cilûberg, baştirîn mûzîk û girûpek wekî baştirîn girûp ji aliyê xelkê beşdarbûyî û bîneran ve têne hilbijartin.
Di vê fistîvalê de girûpêk li bajarê Îlamê, du girûp li bajarê Baneyê, Sê girûp li bajarê Urmiyê, Du girûp li bajarê Seqizê, Du girûp li bajarê Mihabadê, girûpek li bajarê Merîwanê, girûpek li bajarê Kirmaşanê gihîştine bi qonaxa pêş fînalê.