Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî/ Mamostayên qutabxaneyên Rojhilatê, teyîsandina şerê birakûjî ji aliyê PKKê ve şermzar dikin

20:52 - 30 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mamostayên qutabxaneyên Kurdistana Rojhilatê ji dor şerê PKKê û bi HDKÎ re daxuyaniyek belav kirin.

Deqa daxuyaniya wan ku gihîtiye Kurdistan Media, bi vî awaî ye:
Mixabin li dem û zirûfek hesas wekî niha de ku gelê kurd ji hemû demekê pêtir hewcehî bi tebayî, hevgirtin û yekîtiyê ve heye, em bûne şahidê şer û pevçûnên li navbera du hêzên Kurdistanî; wate PKKê û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û dîsan bo carek din gelê kurd bi destpêkirina şerê birakûjiyê kovandar bû.

Me wek mamostayên qutabxanyên Kurdistana rojhilatê, bi hûrî bûyera dilhejîna han şopandiye û ji me re eşkere bûye ku şerê han ji aliyê PKK ve bi ser pêşmergeyên PDKÎ de hatiye sepandin; eve jî di halekê de ye ku gerîlayên PKK êrîşê dikin ser pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û teqeyê ji wan dikin û di encam de, mixabin pêşmergeyekî Hizba Demokrata Kurdistana Îranê şehîd û çend ên din jî birîndar dibin, lê pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê xwe ji şerê birakûjiyê diparêzin û tenê berevanî ji xwe kirine û naxwazin ku destê wan bi xwîna gerîlayan sor bibe û wan şehîd bikin, herweha 9 ji gerîlayan bi dîl digrin û piştî demek kurt, serbest berdidin û nîşan didin ku li dijî şerê kurd bi kurd re ne.

Mamostayên qutabxaneyên Kurdistana Rojhilatê, teyîsandina şer ji aliyê “PKK”ê ve bi tundî şermzar dikin û hevderdî û hevxemiya xwe jî li gel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re tînin ziman û sersaxiyê ji malbata şehîdê qehreman û hemû hevşeper û gelê Kurdistanê dikin

Em daxwazê ji Hizbên siyasî yên her çar parçên Kurdistanê dikin ku pirotestoya vî şerê qirêj bikin ku ji aliyê “PKK”ê ve destpê kiriye û hewil bidin bi diyalog û got û bêjan ve, pirsgirêkan çareser bikin, çûnkî xelkê Kurdistanê, şerê birakujiyê ji tu aliyekê qebûl nake.

Bi hêviya serkevtina gelên Kurdistanê
Mamostayên qutabxaneyên Kurdistana Rojhilatê