Kurdistanmedia: Deftea Siyasî ya PDKÎ daxûyaniyek derheqê wan bûyerên dawiyê yên herêma Kurdistan û Îraqê bilav kir.
Deqa daxûyaniyê bi vî awayî ye:
Li roja Sêşemî 10’ê Hezîran a 2014’an, beşek ji parêzgehên Îraqê tûşî alozî û tevlîheviyê bûn, û hejmareke zaf ji akinciyên wan herêman bi sedema ne aramî û hebûna metirsiyê, bo cihên din ên Îraqê bi taybetî Herêma Kurdistanê aware bûn. Di vê derheqê de PDKÎ tevî eşkerekirina nîgeraniya xwe derheq çarenûsa van awareyan ku neçar bûn mal û jiyan û cihê akincîbûna xwe bi cih bihêlin, kêfxweşiya xwe eşkere kir ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine hevandin, û wekî erkeke mirovî, pêregihîştin bi jiyan û rewşa wan, girtiye stûyê xwe.
Her di derheqê vê zirûfê de ku bi ser welatê Îraqê de zal e, em hêvîdar in ku pirîşkên van ne aramiyan, Herêma Kurdistanê negire, û siyaseta dirust û rastbînane ya serok û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her wekî ku heya niha wisa bûye, û parêzerê xak û xelkê Kurdistanê bûye, her bi vî awayî dirêjî hebe.
PDKÎ di vê rewşa hestiyar de, tevî piştevaniya ji Herêma Kurdistanê, palpiştîkirina ji Herêma Kurdistanê û berjewendiyên Kurd di Herêma Kurdistanê de, wek erkê xwe yê neteweyî dizane, û di her rewşekê de, xwe li cem xûşk û birayên Herêma Kurdistanê de dibîne.
Diyar e ku di rewşeke wisa hestiyar de, parastina yekîtî û yekdengiya hemû xelkê û hêzên siyasî ên herêma Kurdistanê, û ji vê jî zêdetir hevdengî û palpiştiya xortên neteweya Kurd di hemû parên Kurdistanê, bi bandortirîn emraz e li pêxema parastina Herêma Kurdistanê, û berjewendiyên Kurd, ku em hêvîdar in hemû aliyek hest bi pêwîstîbûna wê bikin û pêngavên hewce hilgirin.
Digel hêviya serkevtin û ber bi pêşveçûnê, bo Kurd û parêzerên Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
22’ Cozerdan a 1393’an a Rojî
12’ê Hezîran a 2014’an