Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya dawîn ya rûniştina G7: Rejîma Îranê dibe bersiva pirsên leşkerî ên pirograma Navikî bide

12:53 - 11 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Karbidestên welatên endam di girûpa G7, di daxuyaniya dawiya rûniştina xwe li Eyaleta Bayêrnî ya Almanya, daxwaz ji rejîma Îranê kirin ku bi hemû şêweyekê alîkariya ajansa navnetewî ya Vejena Navikî bike.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemî 16`ê Hezîrana 2015`an, karbidestanê welatên endam li girûpa G7 di daxuyaniya dawîn ya civîna xwe de, tekez li ser vê yekê dikin ku lihevhatina bi Îranê re, dibe cîhanê xatircem bike ku rejîma Îranê nikare çeka navikî bidest bixe.

Her di vê derheqê de, “Binyamîn Natanyaho” Serokwezîrê Îsraîlê ragehand: Karbidestanê welatên Ereb jî bi wî re hevra ne ku rêketina navikî bi Îranê re, pêşiya Tehranê bo bidestxistina çeka navikî nagire.

Serokwezîrê Îsraîlê tekez kir ku navikîbûna Îranê, dibe sebeba navikî bûna welatên din ên deverê jî.

Barak Obama jî beriya niha di hevdîtinek bi rêberên welatên Erebî ên deverê re ragihandibû ku li egera tehlûke û li metirsî ketina ewlehiya wan de, dewleta Amerîkayê dê vebijara leşkirî hilbijêre.