Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bo şehîd “Osman Mistefapûr”

14:05 - 7 Îlon 2021

Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê li derheq şehîdbûna “Osman Mistefapûr” daxuyaniyek belav kir û dax û kesera xwe bo şehîdbûna wî têkoşerê xweragir nîşn da.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi hilkefta şehîdbûna heval “Osman Mistefapûr”

Em bi dax û kesereke zêde ve radigehînin ku dilsozê nîştiman û têkoşerê kevnar ê Hizba me û pêşmergê rojên dijwar, “Osman Mistefapûr” sibêdeha 16`ê Xermanana 1400`an a Rojî, bi sedema petaya Koronayê li nexweşxaneyê çû nav refên karvanê serbilind ên şehîdên nîştimanê.

“Osman Mistefapûr” kurê Husên û jidayîkbûyê 1346`ê Rojî û xelkê gundê “Kasekeran” ê ser bi devera Pîran a Pîranşehrê bû. Navbirî di temenê 7 saliyê de diçe dibistanê û heta pola sêyem a navendî xwendina xwe didomîne.

Hejarî û destkurtî nahêle heval “Osman” xwendina xwe berdewam bike û lewma wek piraniya zarokên Kurd ên ku ji xwendinê dûrkevtine, bi neçarî ve dev ji xwendinê berdide û tevî malbata xwe mijûlê kar dibe, da ku bikare bijîva jiyana malbata xwe dabîn bike.

Bi hatina gorê ya guherinkariyên di sîstema siyasî a desthilatdariya Îranê de, û hatina serkar a Komara Îslamî û derkevtina rûyê rasteqîne yê wê desthilatê, û herwisa serhildana xebata nû a gelê Kurd bo bidestveanîna armancên netewayetî ên xwe, “Osman Mistefapûr” li sala 1364`ê ber bi refên Hizbê ve tê û di Hêza “Qendîl” de tê rêkxistinkirin.

Heval “Osman” li sala 1367`ê bo meimûriyeteke diyarîkirî diçe nav Hêza Agirî û li sala 1370`ê di dema wegerîn ji meimûriyetê li bajarê Urmiyê dikeve boseya hêza dujmin û piştî şerekî qehrimanane tê dîlgirtin û piştî 28 sal xweragirî û berxwedanî li dijî celadan û îşkencekerên Komara Îslamî dizavire nav refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê û heta dema şehîdbûna wî, dilsoztir û hogirtir ji caran dirêje bi erkên Hizbî û nîştimanî da.

Hevalê xebatkar û têkoşer şehîd “Osman Mistefapûr” pêşmergeyekî bi bîr û bawer û xemxwarê gelê xwe bû, taybetmendiyên şoreşgerane û têkoşana wî ya bê sekînandin a wê midehê ku di girtingehên Komara Îslamî de bû, kevte ser zimanê me hemûyan û piştî wegerîna wî nav refên şoreşgerên Demokartê, bi bêhneke germ ve dest avête xebat û têkoşînkirinê, her lewma ji aliyê Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve pileya kadrê leşkerî pê hate dan û li Dezgeha Rêkxistina Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate sazimandehîkirin, û di vir de erkê xwe bi baştirîn awa bi rê ve bir.

Riha wî şad be û berdewamiya rê û rêbaza xwe bo hevçeperên xwe bicih hêşt.

Dezgeha Fermandehî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê

16`ê Xermanan 1400`an a Rojî

7`ê Îlona 2021`an