
Kurdistanmedia: Di derbarê çalakiyên herî dawî ên Hêza Pêşmergê Kurdistanê de, Fermandariya vê hêzê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
Şeva derbasbûyî 16'ê Pûşpera 1397’an a Rojî (7’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî) li derdora gundê Koke li navçeya Pîrmihemed a Bokanê şerekî giran di navbera Hêza Pêşmergê Kurdistanê û çekdarên Spaha Pasdarên rejîmê de çê bû, ku zêdetirî demjimêrekê berdewam kir.
Li gora zanyariyên ku gihîştine Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, di vî şerî de 4 kes ji endamên Spaha Pasdarên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin.
Piştî pevçûnê, hêzên Spaha Pasdaran êrîşî ser xelkê kirine û hin welatî jî binçav kirine, û ziyaneke zêde jî gihandine zeviyên Koke, Derwêşan û Îskî Bexda.
Li gor zanyariyên herî dawiyê, ew navçe ji aliyê hêzên rejîmê ve bi temamî hatiye mîlîtarîzekirin, û helîkopterên rejîmê bi şêweyekî berdewam hinda çiyayên Hacî Kîmî, Bêş Barmax, Kanî Asman û Pêmerey Ferhad digerin.
Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hemû aliyan piştrast dike ku ew pêşmerge di tendirustiya tam de ne, û çalakiyên xwe jî berdewam dikin.
Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê