
Kurdistanmedia: Derheq nûtirîn êrîşên dijîmirovî yên komara Îslamî yên bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat, “Fermandariya Hêza Pêşemergê Kurdistanê” daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Di berdewamiya kiryarên dijîmirovî yên komara Îslamî yên piştî mûşkbarana 17`ê Xermananê (8`ê Îlonê) bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat yên li bajarê Koyê, Îro 8`ê Rezbera 1397`an (30`ê Îlonê) demjmêr 12.00 nîvero komara Îslamî a Îranê bi balafirên bêpîlot, çiyayên “Kodor” bombebaran kir, û tevî zirareke zêde bi jîngehê, mixabin pêşmergeyek jî bi sivikî birîndar bû.
Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê
8`ê Rezbera 1397`an
30`ê Îlona 2018`an