
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ragihandiye, beşdarîkirina her takek Kurd bitaybet û Îranî bigiştî di wan hilbijartinan de, xizmetkirina rasterast bi Komara Îslamî û hewldan e bo derbaskirina wê rejîma cinayetkar ji hirifîna yekcarî.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Daxuyaniya hejmar 2 a Navenda Hevkarî seba binav hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê
Hevnîştimaniyên rêzdar!
Xelkê têkoşer ê Kurdistanê!
Her wekî hûn dizanin û di daxuyaniya me ya berê de jî hatibû, binav hilbijartinên Komra Îslamî ya Îranê dê bi rê ve here û careke din Komara Îslamî dixwaze bi lidarxistina binav hilbijartinê ji aliyekê ve desthilata xwe yekdest bike û ji aliyê din ve jî bi rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê, rewatiya xwe hem bi xelkê rojreş ên Îranê û hem bi civaka navnetewî nîşan bide.
Her wekî dewreyên berê ew dewreya jî, Şêwraya Nigehban bi redkirina selahiyeta hejmareke zêde ji kesên ku xwe bo Serkomariya Îranê berbijêr kiribûn, bo careke din mohra pesendkirina wê rastiyê lêda ku ti hilbijartinek di bin desthilta Komara Îslamî de xeyrî şanogeriyê ti tişteke din nîne. Redkirina selahiyeta Serkomarê berê, Serokê berê yê meclîsa Îranê û cihgirê Serkomarê niha yê Komara Îslamî ya Îranê vê rastiye îsbat dike ku roj bi roj xeleka kesên nêzê rêberê Komara Îslamî bertengtir dibe û heta dem derbas dibe, bawerî bi nêzîktirîn kesên wê rejîmê kêmtir dibe.
Heta dem derbas dibe, panatiya wê bazneya ku pêka wan hilbijartinên di Îranê de xeyrî lidarxistina şanoyeke li pêşdariştî ti tişteke din nîne, berpantir dibe û gihîştiye vê astê ku heta demûdezgehên teblîxatî ên Komara Îslamî jî, bas ji rengehiya beşdariya %25 a xelkê li hilbijartina wê dewreyê de dikin û ew dibe sedema rûreşiyeke mezintir bo Komara Îslamî.
Ji aliyeke din ve, nigeranî ji nemana rêberê Komara Îslamî û rengehiyên piştî wê bûyerê, bi tevahî bazneya desthilata Komara Îslamî perîşan kiriye û bi eşkere bûye binyata analîzeya desthilatdarên Îranê û bas ji wê yekê tê kirin ku di rastî de ew hilbijartine bona Serkomariyê nîne, belkî bona rêxweşkirin û danîna moreyên hewce ye bona cihgiriya rêberê Komara Îslamî.
Xelkê şoreşger ên Kurdistanê!
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê careke din hewlîsta xwe li hember baykotkirina çalak a binav hilbijartinên Komara Îslamî dûbare dike û tekezî dike ku beşdarîkirina her kesek Kurd bitaybetî û xelkê Îranê bigiştî di hilbijartinan de, xizmetkirina rasterast bi Komara Îslamî û hewldan bona derbaskirina wê rejîma cinayetkar ji hirîfîna yekcarî ye..
Ya ku em çavnihîriyê dikin ev e ku xelkê Kurdistanê bi beşdarînekirin ji aliyek û hewldan bona hişyarkirinê û beşdarînekirina xelkê derdora xwe ji aliyê din ve, cihê sindoqên dengdanê li Kurdistanê çol be û binav hilbijartina wê carê bikin bi refrandoma “NA” bo Komara Îslamî ya Îranê.
Dengê nerizayetiya wê carê ya Kurd divê ji berê bilintir û morala berxwedana me ji her demê qahîmtir be û bo çendemîn car îsbat bikin ku Kurdistan çepera xweragirî û pêşengê şoreşgerî si asta hemû Îranê de ye.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
3ê Hezîran 2021an