Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta 31emîn salvegera terora Dr. Qasimlo

16:54 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2020

Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 31emîn salvegera terora Dr. “Ebdulrehman Qasimlo” ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îslamî ya Îranê ve, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Hevnîştimanên rêzdar!

Daxwazkar û hogirên demokrasî û mafê mirov!

Xortên emegnas ên netewa Kurd

Rêvîngên rêbaza Duktor Qasimloyê nemir!

Roja Yekşemî 22ê Pûper a 1399an a Rojî, 31 sal bi ser terora Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê wê demê yê PDKÎ bi destê terorîst û terorperwerên Komara Îslamî ya Îranê re derbas dibe, terorek ku birîneke kûr xiste ser cesteya tevgera azadî û demokrasîxwazî bi giştî û nemaze li ser cesteya tevgera Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, birînek ku piştî 31 sal hêşta jî sarêj dibe.

Armanca Komara Îslamî ya Îranê her ji zû ve jinavbirin û terorkirina Dr. Qasimlo bû, çimkî ew xortê Kurd û rêberê çeleng û degmen ê tevgera mafxwazî ya netewa Kurd û siyasetmedarekî naskirî li Îran û deverê û cîhanê bû ku wek demokratekî rasteqîn bawerî bi demokrasî, dadperwerî, mirovperwerî, alîgirê aştî û aramî û pêkve jiyan dihate naskirin û di heman demê de jî berevaniyeke çir ji mafê netewa Kurd û rêberekî çeleng ê tevgera Kurd û Rojhilata Kurdistanê û Partiya Demkrat a Kurdistana Îranê bû.

Ew taybetmendî û komek taybetmendiyên din bûn ku rûmeta siyasî û xebatkaraneya Dr. Qasimlo pêk dianî, Dr. Qasimlo dijî her core dîktatorek û tepeseriya mirovan bû ku eve jî tevî hemû teybetmendiyên bilind ên din yên wî ne tenê digel naveroka dijî însaniya rejîma Komara Îslamî ya Îranê di natebayî de bûn, belkî bi metirsiyeke micid bo ser berdewamiya desthilata zalimane ya wê rejîmê dadina.

Evne tenê bawerên Dr. Qasimlo nebûn ku gefeke micid bo rejîmê dihate hesibandin, belkî Qasimlo rêberayetiya tevgerekî bihêz a Kurdî bo dabînbûna maf û azadiyên wê dikir ku bo pêşmergan ruhiyebexiş û dengê heqbêjî ya netewa Kurd bû, hem siyasetmedar û xebatkarekî bi kiryar, bi wateya rastî ya peyv bû. Lewma her wekî ku îşare pê hate kirin, her ji zû ve armanca pîlanên terorîzma Komara Îslamî ya Îranê bû, lê wê demê li hembêza çiya û pêşmerge û xebatkarên Demokrat de bû, ti carî rejîma Komara Îslamî a Îranê û dezgehên terorîstî ên wê rejîmê destê wan pêre negihîşt, lê heta wê demê ku bi xirab mifahwergirtin ji hesta aştîxwazane û hêminya wî bo çareserkirina meseleya Kurd bi riwalet bo civînkirin li ser daxwazên Kurd û Kurdistana Îranê li pişt maseya bi nav civînkirin û li welateke Ewropayê ya wek Otrîşê mifah ji derfetê wergirtin û li rêketa 13ê July a 1989an de şehîd kirin.

Mixabin dewleta wê demê ya Otrîşê li pêxema hin têbîniyên siyasî û berijwendiyên bazirganî digel Komara Îslamî ya Îranê de rê neda ku dosya wê terorê meşa asayî û yasayî ya xwe derbas bike û midaxilekaran û qatilên Duktor Qasimlo bi bîrûraya giştî a cîhanê bidine naskirin.

Eve jî di halekê de bû ku polîsê wî welatî çend belgeyên rohin û haşalênekirî di destê wan de bû ku dikarîn bi awayekî zû Komara Îslamî a Îranê wekî qatilê Dr. Qasimlo binasînin û maşîna terora Komara Îslamî ya Îranê her nebe di Ewropaê de bê sekînandin.

Karek ku dezgeha dadwerî ya Almanê piştî terora Duktor Sadiq Şerefkendî cihgir û cihgiriya Dr. Qasimlo bi netirsane û çelengî encam da û Komara Îslamî ya Îranê wek destûrder û encamderê terora Dr. Sadiq Şerefkendî bi cîhaniyan daye nasandin, di Sî û Yek saleya terora Dr. Qasimlo de em daxwazê li kom û komelên mirovdost û demûdezgehên bandordar ên cîhanê dikin, dewleta Otrîşê rastî givaşan bînin bo wê ku rê bide dosiya terora Dr. Qasimo bê vekirin û bi wê karê hem qerebûya karê derbasbûyî bike û hem jî helwesta neşiya ya dewleta wê demê ya Otrîşê û neserbixweya dezgeha dadwerî ya wî welatî li jêr pirsyar desrbas bike.

Civatgeha azadîxwaz, rêvîngên emegnas ên Demokrat!

Her wek berê îşare pê hate kirin cihê vale yê Qasimlo li tevgera Kurd û li Kurdistana Îranê û di nav PDKÎ de kareke hêsan nîne, lê bi zîndîbûn û pir rêvîngrbûna rêbaza dr. Qasimlo, em dikarin alxahîn bin ku Qasimlo di nav bîr û bawer de her zîndî ye û bîr û nerîn û siyaset û hûrbînên wî herwisa çiraya rûnahî ya rêya xebata me heta serkevtina me ye.

Rejîma Komara Îslamî a Îranê hekî karî cesteya Qasimlo li hembêza Kurd û azadîxwazan derbîne, ti carî nekarî û nikare rêbaz û bîr û hizir û rênimiyên Qasimlo li Kurd û Hizba wî dûr bike, di 31emîn salvegera terora Duktor Qasimlo de wê carê û tev carên din jî digel bîr û rêbaza Duktor Qasimlo peyman nû dikin ku heta serkevtin, emê bi awayekî rijdar rêvîngê rêya wî bin û riha Qasimloyê rêber şad û ji xwe razî dekin.

Silav li canê paqij û rêbaza demokarsî û mirovdost û Kurdperwer ya Dr Qasimlo;

Pir rêvîng be rêbaza Dr. Qasimlo li pêxema gihîştin bi hêvî û armancên bilind ên wî rêberê mezin ê me û hemû şehîdên Kurdistanê;

Silav li canê paqij ê şehîdên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

21ê Pûşper a 1399an a Rojî

11ê Tîrmeh ya 2020an a Zayînî