Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ derheq şehîdbûna endamekî rêberayetî yê PDKÎ

12:07 - 10 Nîsan 2021

Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta şehîdbûna “Luqman Mêhfer” Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ bi hilkefta şehîdbûna têkoşer Luqman Mêhfer

Hevnîştimaniyên rêzdar

Dilsoz û hogirên xebata rizgarîxwazî ya Kurd û Rojhilatê Kurdistanê

Alîgir, endam, kadir û pêşmergên PDKÎ

Mixabin em radigehînin ku hevalê mandûnenas û dilsoj û têkoşerê Hizba me, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Luqman Mêhfer, Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî piştî mehekê berxwedanî digel nexweşiya Koronayê, sibêdeha roja Şemî 21`ê Xakelêweya 1400`an a Rojî (10`ê Nîsana 2021`an), li yek ji nexweşxanên bajarê Hewlêrê de koça dawî kir û heval û hevsengerên wî digel xemeke kûr û Partiya me jî rastî xisareke nû anî û berdewamiya xebat û xweragiriyê bi heval û hevçeperên xwe spart. Jidestçûna ew têkoşere tenê xisareke nû bo Partiya me nebû, belkî birîneke nû ye ku kevtiye li ser cesteyê tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.

Şehîd Luqman Mêhfer kurê Xurşîd, li sala 1343`an a Rojî li gundê Mela Îsa li devera Deştebêl a ser bi Şinoyê ji dayîk bûye. Di temenê nûciwaniyê de hogirê tevgera Kurdistanê bû û di pêxema azadiya Kurd û rizgariya Kurdistanê de li sala 1358`an tevlî Yekîtiya Ciwanên Demokrat bû û piştre di nav refên têkoşerên PDKÎ de cihê xwe girt û heta dawiya jiyana xwe di hewil û têkoşan û birêvebirina erkê netewî û nîştimaniya Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de berdewam û bandordar bû.

Hevalê me yê jidestçûyî Luqman Mêhfer li meşa têkoşan di nav refên PDKÎ de çendîn berpirsayetî li stuyê wî bûn ku di tev wan berpirsayetiyan de bi wê aliyê dilsojî û cangorî ve têkoşîn kiriye û jêhatiya xwe nîşan daye.

Şehîdê me yê nû Luqman li kongereya 9, 11 û 12 de wekî Cihgirê Komîte Navendî hatibû hilbijartin û li kongereya 10, 13, 14 û 15 de jî, wekî endamê sereke yê Komîteya Navendî hatibû hilbijartin.

Hevalê me yê jidestçûyî di rêberayetiya Hizbê û meşa têkoşînê de çend berpirsayetiyên berçav li stuyê wî bûne, yên wekî:

Berpirsê Komîsiyona Komelayetî, Cihgirê Komîsiyona Siyasî- Nizamî, Berpirsê Komîsiyona Radiyo, Berpirsê Navenda 2 ya Kurdistan û li kongereya 16 a Hizbê de wekî Endamê Navenda Siyasî hate hilbijartin û dawî berpirsayetiya wî Endamê Hey`eta Îcrayî ya Navenda Siyasî bû.

Şehîd Luqman her li tenişt kar û têkoşîna Hizbê de, xwendina xwe berdewam kir û li zanîngeha Selahedîn li bajarê Hewlêrê, Lîsansa Hiqûqî wergirt û bi pileya Şêwimendî bo bi Parêzer. Şehîd Luqman kesayetiyek naskirî û xwediyê komek taybetmendiyên mirovî bû; Di têkoşan de micid û di kar de mandû nenas û di civakê de hogirê pêwendiyeke gerim digel xizman, dostan û hevalên xwe bû; Baweriyeke kûr bi rêbaza Hizbê û azadiya Kurd û Kurdistanê hebû, her lewam jî li cem hemûyan hezkirî û cihê rêzê bû.

Navenda Siyasî ya PDKÎ, bi hilkefta vê xisara nû, tevî nîşandana dax û nerihetiya xwe, sersaxiyê li malbata şehîd Luqman Mêhfer, tev xizm û dost û naskiriyan, endamên rêberayetiya Hizbê û tev alîgir, endaman û nemaze kadir û pêşmergên PDKÎ dike û daxwaza sebrê bo hemû ew kesên ku bi vê xisara nû xemgîn in dike.

Riha şehîdê me şa û rêbaza wî pir be ji rêvîng û hêviyên wî bêne cî

Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê

Navenda Siyasî

21`ê Xakelêweya 1400`an a Rojî

10`ê Nîsana 2021`an a Zayînî