
Kurdistanmedia: Derheq dana bertîlê bi Îranê, dawaz destbiserdegirtina 250 milyon “Euro”yî ji perê Totalê tê kirin.
Dadgeha Parîsê roja 12`ê Cotmehê daxwaz kir ku dest bigrin bi ser 250 milyon “Euro”yî ji perê kompaniya neftî ya Totalê, seba vê ku bertîl daye Îranê.
Dadgeha Parîsê herwisa daxwaz kiriye ku 750 hezar Euroyî jî wekî cezakirin ji Totalê bistînin. Eva zêdetirîn cezakirina şexseke hiqûqî ye, ku di dosiyeyên weha de heye.
Şîrketa Firansî ya Total tohmetbar e ku di navbera salên 2000-2004`an bona girêbesta bi Îranê re, bi qasî 30 milyon Doarî bertîl daye berpirsyarên Îranî.
Wê demê Mêhdî Haşimî kurê Ekber Haşimiyê Refsencanî birêveberê kompaniyên peymankar a ser bi Şirketa Millî ya Nefta Îranê bû.
Ew bertîla Totalê bû sedema girêdana girêbesteke 2 milyard Dolarî digel şirketa millî ya nefta Îranê, derheq vegeşandina meydana gaz a Parsa Başûr di sala 1997`an de.
Wê demê Amerîkayê, gef li şirketa Total û şirketên din ên derve xwaribû, ku bi Îranê re kar dikin.
Çend salan piştî vê meselê, lêkolînên qezayî di vê derheqê de dest pê kirin, û di dawiyê de roja Pêncşemiyê 11`ê Cotmehê dadgehîkirina şirketa mezin ya neftî ya Total di Parîsê de dest pê kir, û wê erdewam be jî.