Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza kirîna çek û çûla ji aliyê xelkê Îranê ve zêde bûye

11:57 - 23 Çirriya pêşîn 2021

Qasê daxwaza xelkê Îranê bo kirîna çek û sîlahan zêde bûye û evê yekê jî tiris xistiye nava dilê rejîma Îranê û deshilatdarên rejîmê vê yekê wekî gefekê bo ser xwe dizanin.

Xelkê Îranê bi qasekî zêde dest kirine bi kirîna çek û sîlahan û navendên ewlehî û pêwendîdar yên ser bi rejîma Îranê nikarin pêşî ji xelkê bigirin   û tiris ji şoriş û serhildana xelkê hene û vê yekê wekî gefekê bo ser xwe dizanin.

Divê derheqê de Fermandê Entizamî yê bajarê Tehranê gotiye: “Em bi awayekî micid pêşî ji vî karî digirîn û eva bo me hêla sûre, herwisa got ku di 6 mehên destpêka Îsal de nêzî 353 çek di bajarê tehranê de hatine girtin”.

Di vê derheqê de rojnameya “Merdom Salarî”a ser bi rejîma Îranê nivîsandiye ku cezayek quris li benda wan kesaye ku karê kirîna çakan dikin, rejîma Îranê ji kar û kiryarên xwe di wan 4 dehikane de agehdare û tirsek mezin ji serhildan û şorişa xelkê heye û kar û kiriyarên xelkê bi gefek bo ser xwe dibîne û dixwaze bi çi curekê bexelkê tepeser bike.